Almanya berdewame li ser der kirina Penaberên Îraqî

Bexda û Berlîn li ser vê mijarê rêkeftin îmze kirine.
کوردستان TV
100%

Di salekê de zêdetir ji 500 Penaberên Îraqî hatine derkirin.

Hikûmeta Almanyayê ragihandiye ku, siyaseta wan ya bo vegerandin û der kirina Penaberên Îraqî li Almanyayê berdewam dibe.

Li gor çapemeniya Almanî di çarçoveya vê siyaseta han de hikûmeta Almanyayê di sala 2023an de bi giştî 529 Penaberên Îraqî ji Almanyayê hatine derkirin.

Weke tê zanîn ev prosesa han piştî îmze kirina rêkeftina derkirin û vegerandina Penaberên Îraqî li Almanyayê di navbera Bexda û Berlînê de destpê kiriye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.