Giftûgo derbarê gefên ewlekarî yên heyî hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê desteya heşda şebî Falih Feyaz kir.
Di civînê de her du aliyan giftûgo derbarê rewşa siyasî ya Îraq û deverê û gefên ewlekarî û êrîşên ser hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan kirin.
Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî û cîhbicîh bernameya hikûmetê yaku li ser rêkeftin hatiye kirin, hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin