Amerîka: Êrîşa Bexdayê karê me bû

Îraq jî dibêje ev êrîşeke terorîstiye.
کوردستان TV
100%

Têde du Fermandarên mezin yên heşda şebî hatibûn kuştin.

Piştî êrîşa îro ya taxa Felestîn ya li Bexdayê ku, bibû sedema kuştina du fermandarên koma çekdar ya Noceba ya ser bi heşda şebî, rayedarekî Amerîkayê daxuyanî da.

Di daxuyaniya rayedarê wezareta berevanî ya Amerîka de hatiye diyarkirin ku, ev êrîşa han karê Amerîkayê bûye û weke bersifdayîna êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê bo ser hêzên Amerîkayê ye.

Her di vê derbarê de jî peyvdarê hêzên leşkerî yên Îraqê Yehya Resûl jî ragihandiye ku, di encama êrîşa han de du Fermandar û 6 çekdar hatine kuştin û ev êrîşa han binpê kirina berçav ya serweriya Îraqê ye û dibe sedema zêdetir aloz bûna rewşa heyî û weke kiriyareke terorîstiye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.