Bişev li Hesekê êrîşî ser hêzên Amerîkî hatiye kirin.
Li gor zaniyariyên berdest, şeva derbasbûyî di çarçoveya êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê yên bo ser hêzên Amerîkî, dîsa êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li Hesekê hatiye kirin.
Çavkaniyên hayedar ji Rojavayê Kurdistanê diyar kirine ku, duhê bişev bi dronên bombekirî êrîşî ser navenda leşkerî ya hêzên Amerîkî li Şedadî hatiye kirin.
Heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin û Amerîka jî di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin