Dibêje erkên wan bi dawî hatine.
Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku, 5 lîwayên xwe yên ku, ji leşkerên yedek pêk hatibûn ji eniyê şer yê li Xezeyê vekêşandine.
Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, erkê wan lîwayan bi dawî hatiye û bo ku, rewşa abûrî têk neçe û ev lîwayên han xizmeta abûriya welat bikin, me ev lîwayên han vekêşandine.
Ji aliyeke din ve hin pisporên Ereb jî behsa vê yekê dikin ku, pêngava nû ya Îsraîlê dabeş kirine Xezeyê ye li ser deverên taybet bi eşîran.
Her di vê derbarê de artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, şerê dijî Hemasê berdewam dibe û eger heye heta 6 mehên din ev şerê hanê bidome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin