Dibêje ev êrîşên han şer firotine bi Kurd.
Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî di daxuyaniyekê de ragihand ku, şeva derbasbûyî komên çekdar yên derqanûnî yên Îraqê bi rêya du dronên bombekirî êrîşî ser navendeke hêzên pêşmerge li sînorê Pîrmam Hewlêrê kirine.
Peyvdarê hikûmetê diyar kiriye ku, ji bilî zirarên madî ti zirarên din yên êrîşê nebûne û hikûmeta Îraqê ku, nikare pêşiya wan êrîşan bigire û êrîşên han rawestîne, tenê dikare bi rizqê xelkê Kurdistanê bilîze.
Nav hatî eşkere kiriye ku, ev komên han li ber çavên hikûmeta Îraqê yaku, pereyên Kurdistanê dibire û dide wan komên çekdar, êrîşî ser Kurdistanê dike, ev yek jî gelek metirîsdare û şer firotine bi Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin