Antîterora Kurdistanê daxuyanî da

dihat gotin duhê bişev êrîşî ser Hewlêrê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje duhê êrîşî ser Hewlêrê nehatiye kirin.

Piştî belav bûna hin nûçeyan li dor êrîşek bi dron bo ser Hewlêrê, şeva derbasbûyî fermandariya giştî ya hêzên antîterorê yên Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, duhê bişev ti êrîşek bo ser Hewlêrê pêk nehatiye û nûçeyên qala êrîşê dikin dûrin ji rastî.

Di berdewamiya daxuyaniyê de antîteror daxwaz ji çapemeniyê jî kiriye ku, nûçeyên bêbingeh û ne rast belav nekin û pêbendî rêçikên karê medyayî bin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.