Netanyahu jî dibêje ne hedê Erdogane me hînê exlaqê bike.
Piştî ku, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di gotara xwe ya dawî de ragihandibû ku, Netanyahu weke Hîtlere, Serokwezîrê Îsraîlê Binjamîn Netanyahu bersifa Erdogan da û got: Erdoganê ku, Kurdan komkuj dike û Rojnamegerên dijî desthilata xwe bi hinceta terorê dixe girtîgehan û piştîvaniya hovanetirîn tevgera terorîstî dike, ne hedê wî ye di warê exlaqê de waneyan bide me.
Her li ser vê mijarê îro wezîrê derve yê Îsraîlê Eli Cohen jî bertekeke tund raberî Erdogan kir û got heta ev kesê han Serokê Tirkiyeyê be balyozê Îsraîlê navegera Enqereyê.
Weke tê zanîn beriya şerê navbera Hemas û Îsraîlê Erdogan gelek hewl dida daku, têkiliyên têkçûyî yên Tirkiye û Îsraîlê normal bike lê jiber piştîvaniyên Tirkiyeyê bo Hemasê ev têkilî vê carê jî têkçûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin