Nameyek bo kongrêsa Amerîkayê şandiye.
Li gor çapemeniya Amerîkî, Serokê vê welatî Jeo Biden nameyek bo Kongrêsa welatê xwe nivîsandiye û di nameya xwe de Bîden behsa êrîşên ser hêzên Amerîkî yên li Îraq û Sûriyeyê kiriye.
Biden di nameya xwe de nivîsandiye ku, Îran û komên çekdar yên ser bi Îranê yên li Îraq û Sûriyeyê êrîşên xwe bo ser hêzên Amerîkî û hevpeymanên Amerîkayê didomînin û min ferman daye ku, weke pêwîst bersifa wan êrîşan were dayîn.
Biden herwiha diyar kiriye ku, eger êrîşên wan komên çekdar yên ser bi Îranê ku, metirsîne bo ser hêzên Amerîkî û hevpeymanên me li Îraq û Sûriyeyê bidomin vê demê emê dijî wan gavên mezintir bavêjin.
Ji aliyê xwe ve pispor jî ev gotinên Biden weke fermana lidar xistina operasiyonên mezin dijî wan koman dinirxînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin