Duhê bişev çekdarên Îranî êrîşî ser hêzên Amerîkayê kiribûn.
Piştî êrîşa duhê bişev ya komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê bo ser hêzên Amerîkî, Amerîka jî bi awayeke dijwar bersifa êrîşên komên çekdar da.
Di vê derbarê de wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihandiye ku, weke bersifdayîna êrîşa komên çekdar yên Îranî bo ser hêz û tîmên Amerîkî li Îraq û Sûriyeyê, Amerîka dest bi êrîşên xwe yên bo ser çekdarên han kiriye û di vê çarçoveyê de duhê bişev li sê navçeyên curbicur yên Îraqê êrîşî ser sê navendên mezin yên wan komên çekdar hatiye kirin.
Wezareta berevanî ya Amerîkayê behsa kuştiyên wan çekdaran nekiriye lê çapemeniya Îraqê qala vê yekê dike ku, bi tenê li Babîlê herî kêm 19 kes hatine kuştin û birîndarkirin.
Ji aliyeke din ve duhê êvarê bi droneke bombekirî êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li Hewlêrê hatibûkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin