Nêçîrvan Barzanî tekez li ser çanda bihevre jiyanê dike

dibêje Kurdistan weke her tim welatê tevahiya ye.
کوردستان TV
100%

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên mesîhî kir.

Êvara îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta cejna jidayikbûna HZ Îsa Mesîh  silavên xwedê li ser wî bin peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên mesîhî kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Kirîsmes cejna jidayikbûna HZ Îsa Mesîh silavê xwedê li ser wî bin li tevahiya mesîhiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê bi giştî pîroz dikim û hêviya betlaniyeke baş û aram bo wan dixwazim.

Di vê bîranîna han de tekez li ser çand û nirxên bilind yên gelê Kurdistanê yên di warê bihevre jiyana aştiyane, lêbûrînê û hevûdu qebûlkirin dikin. Welatiyên mesîhî û tevahiya pêkhateyên olî û netewî pişt rast dikin ku, Kurdistan hertim weke welatê tevahiya wan dimîne.

Gelê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyan ve qurbanî daye, xebat kiriye, ked daye bo ku, bi azadî bijî, tevahiya me bi hevre dikarin astengiyan derbas bikin û bo pêşerojeke baş bo nibişên nû xizmeta welat û gel bikin.

Kirsîmes li tevahiya we pîroz be her sal bi xweşî be.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.