Duhê jî leşkereke din hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku, duhê di şerê navbera artêş û çekdarên hemasê de, leşkereke din yê Îsraîlî hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, ji 7ê Cotmehê ve heta îro bi giştî 472 leşkerên Îsraîlî di şer de hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê ev yek eşkere kiriye ku, zêdetir ji 1900 leşkerên Îsraîlî jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve wezareta tendirostî ya Felestînê jî diyar kiriye ku, zêdetir ji 20 hezar Felestînî hatine kuştin û 53 hezar welatiyên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin