naveroka civîna civata wezîran

Serokwezîr li ser hesabê xwe ev naveroka han belav kiriye.
کوردستان TV
100%

Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran kir.

Di rojeva yekem ya civînê de her do dosyeyên serrast kirina qanûna bûdceya giştî ya federalî û qanûna petrol û gaazê ji aliyê wezîrên têkildar ve pêşkêşî civatê hatin kirin.

Me ev yek diyar kir ku, hewldanên heyî berdewamin bo gengeşe kirina proje qanûna serrast kirî ya bûdceya giştî ya federalî daku, bo parlementoyê were şandin bo pejrandinê bo xerc kirina şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê bi taybetî şayîsteyên mûçexwerên herêmê. Di vê derbarê de herêma Kurdistanê pêbendiyên xwe bicîh aniye û asankariyên pêwîst pêşkêş kiriye.

Civata wezîran diyar kir ku, mûçeya mûçexwerên herêma Kurdistanê şayîsteya mûçexwerane û bendewariya me ji hikûmeta federalî eve daku, di sala 2024an de ev kêşeya han bi awayeke hertimî çareser bike û şayîsteyên darayî yên mûçexweran nexe nava nakokiyên siyasî û mûçexwerên herêmê jî weke navçeyên din yên Îraqê mûçeyên xwe di dema xwe de bistînin ku, mixabin niha jiber ne şandina para bûdceya herêmê mûçeya sê mehên îsal nehatiye dayîn û ev yek jî bargiraniyeke abûrî û darayî bo mûçexwerên herêmê çê kiriye û hikûmeta federalî jî li hember dabîn kirina mûçeya mûçexwerên herêmê berpirse.

Di rojeva duyem ya civînê de bernivîsa proje qanûna kar kirina Karkerên biyanî li herêma Kurdistanê de ji aliyê wezîrê plandanan birêz Dara Reşîd ve hate pêşkêşkirin û balkêşande ser vê yekê ku, armanc ji vê qanûna han rêkxistina îznên karî, vîze, îqame û pêşî girtine ji hatina derqanûnî ya Karkerên biyanî û afirandina derfetên zêdetir yên kariye bo ciwanên herêma Kurdistanê bi awayek ku, xwedanên kompaniyan zêdetir lazime berê xwe bidin Karker û karmendên navxweyî di heman demê de di warê parastina karî û mayîn li Kurdistanê de jî dibe sedema dilniyayî dan bi Karkeran daku, bi vê rengî jî fêde ji ezmûna karî ya Karkerên biyanî û pisporiya wan di warê cuda cuda de were wergirtin.

Di dawî de wezîrê karûbarê şehîd û enfalkiriyan birêz Ebdulah Hecî Mehmûd jî çend pêşniyraek bo civata wezîran ku, taybet bûn bi girtiyên siyasî li gor şayîsteya diyarîkirî ya wan bo gerenîtî kirina maf û şayîsteyên ewin ku, şayîstene û pêşî girtin ji wan kesên ku, bi awayeke derqanûnî ji mûçe û îmtîyazên girtiyên siyasî sûdmend dibin, bi li ber çav girtina biryarên bernivîsa hijmara 4 ya sala 2020an ku, taybete bi asan karî kirin bo cîhbicîh kirina qanûna reforman.

Civata wezîran pêşniyarên han pejrand û wezaret jî pîwerdar kir daku, hewlên xwe li gel nuneratiya herêmê li Bexdayê bidomînin bo pêbend kirina hikûmeta federalî bo dabîn kirina mûçeya girtiyên siyasî ji aliyê hikûmeta federalî ve li gor madeya 132 ya destûrê ku, ev berpirsiyartiya han dixe stuya hikûmeta federalî.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.