Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Cîgira wezîrê derve yê Amerîkayê birêz Victoria Nuland û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku balyoza Amerîkayê li Bexdayê Alina Romanawsky jî têde beşdar bû me giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên rewşa Îraq, deverê û pêşde birina têkiliyên du alî kir.
Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi pêdiviya çareser kirina kêşeyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û em her du alî li ser vê yekê ku. Lazime hikûmeta federalî rêz ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê bigire û nabe Bexda weke welatiyên pile du li hember xelkê Kurdistanê tev bigere henfikir bûn.
Me tekez li ser girîngiya bihêz kirina pergala federalî û bingehên demokrasî li Îraqê kir û Cîgira wezîrê derve yê Amerîkayê piştîvaniya welatê xwe bo herêma Kurdistanê û mafên destûrî yên herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de diyar kir.
Pêşde birina çanda bihevre jiyanê, azadiya olî û parastina mafên mirov û mafên pêkhateyên li Kurdistanê mijarên din yên civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin