Helbestvan Bavê Gulê koça dawî kir

xwedan çendîn berhemên çapkiriye.
کوردستان TV
100%

Li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir.

Îro 19.12.2023, Helbestvan û Nivîskarê Kurd, endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyayê Mamosta Mûsa Zaxoranî yê navdar bi (Bavê Gulê) li Hewlêra Paytext koça dawî kir.

Mamosta Mûsa Zaxoranî, xelkê devera Qamişlo ye û li sala 1955 li gundekî nêzîkî Qamişlo ji malbateke kurdperwer jidayîk bûye.

Di sala 1968an ve dest bi karê siyasî û nivîsînê kiriye û karê mamostayê (perwerde) kiriye, û 3 pertûkên çapkirî hene, bi egera nexweşiya xwe di jiyê 68 salî de, îro roja sêşemê 19.12.2023 li nexweşxaneyeke Hewlêr çû ber dilovaniya Xwedayê mezin û xatirê xwe ji diniyayê xwest.

Bila cihê Mamosta Bavê Gulê behişta pan û berîn be û serê malbata wî û gelê kurd sax û selamet be.

Qamişlo 19.12.2023

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

.....

Kurtejiyana helbestvan Mûsa Zaxuranî..

Helbestvan û nivîskar Mûsa Zaxuranî                                 Mûsa Osman Xelef naskiriye bi Mûsa Zaxuranî di sala 1955 an de hatiye jiyanê, li gundê letîfiyê, li ser sînorê tirkiyê û sûriyê, rojhilatî qamişlo bi 8 k.m.

Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe xwend, û her şeş salên din li dibistanên qamişlo xwend, û di sala 1973 an de bekeloriya wergirt.

Li çend cihên din gelek korsên xwendinê birine, nemaze li ser markisîzmê û tevgera karkerê cîhanê û aboriya siyasî … hd.

Her di wan korsan de di nav yekemînan de bû.

Ji sala 1969 an ve helbest bi kurdî û erebî hûnandin e.

Di gelek rojname û kovarên kurdî de nivîsiye, û helbestên wî hatine bilav kirin di van kovaran de : ( metîn – sitêr – gelawêj – gurzek gul – zanîn – peyman – rojhilat – peyv – xebat – teaxî – roj … hd ).

Di hemî festîvalên helbestî de beşdarî dikir û di hemî bîranînên xebatkarên kurd û şîn û şahiyên gelê kurd de amade dibû.

Endamê komîta mehrecana helbesta kurdî li sûriyê ya sala 2007 an de, yek ji damezênerê koçka qamişlo ya çand kurdî ye.

Hemî cûrên helbestê û li ser pir babetan helbest hûnandine, û gelek êş û girtin û lêdan xwariye di ber kêşa kurdî de.

Her wiha di sala 2011 de ji ber ku beşdar dibû di hemû xwepêşandinên li dijî rêjîma sûrî çi bi şev û çi bi roj, û dema ku ji herêma kurdistanê vegeriya li qapiyê qamişlo û misêbînê hate girtin, bi zinan zindan gerandin ta li zindana ( el feyha ) qefandin, her di wê demê de gelek zorî û lêxistin û êşandin û işkence kirin dîtiye, û her li hemû navend û senterên polîs û emin û asayîşan de lêdan ji rêjîmê xwariye û zor lê hatiye kirin ji qamişlo ta zindana ( filestîn ).

Her wesa ji bo mafê gelê kurd û kurdisanê di gelek şandan pişikdar bû û her li pêş bû, û diwemîn lîste ya ku li ser rewşa pirsgirêka kurd li sûriyê radestî serok wezîrê hikumeta sûriyê yê wî wextî ( ebdulreûf el kesem ) kiriye.  

Berhemên çapkirî ev in :

1 – Govendek Helbest.    Helbest    2009 Z.

2 – Bûka Helbestan.   Helbest    2022 Z.

3 – Landika Helbestan. Helbest 2023.                                           Xelat û bawernameyên ku wergirtin ev in :

1- Xelata helbestvan mela Nûrî yê Hesarî ji Y.N.R.K.S

2 - Xelata helbestvan Emerê Lalê ji malbata wî.

3 - xelata sipasnameyê ji rêkxirawa canî roj.

4 - Xelata rêzlêgirtinê ji şaxê Duhokê yê yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûriyayê sala 2022 Z .

5 - Xelat sipasdariyê ji rêkxirawa ( NRC ) ya Emrîkî.

6 - Xelat sendîka hunermendên Kurdistan - Rojava.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.