Hevpeymaniya nû ya cîhanî hat ava kirin

ev hevpeymaniya han dijî Îran û Hûsiyan çalak dibe.
کوردستان TV
100%

Dijî Hûsiyan û Îranê hatiye avakirin.

Êrîşên çekdarên Hûsî y ên ser bi Îranê li behra sor bo ser keştiyan didomin û piştî çend caran huşdariyên tund y ên Amerîkayê lê Hûsî berdewamin li ser êrîşên xwe û ev yek jî Amerîka neçar kir hevpeymaniya nû dijî Hûsiyan ava bike.

Di vê derbarê de wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ku, li Behreyînê ye ragihand ku, Amerîka û civaka cîhanî neçar bûne bo berevanî kirin ji keştiyan li behra sor û parastina ewlekariya vê deverê, dijî çekdarên Hûsî û piştîvanên wan hevpeymaniya nû ya cîhanî ava bikin.

Nav hatî diyar kiriye ku, armanc ji ava kirina hevpeymaniya han parastina azadiya deryayî bo tevahiya welatan û herwiha parastina rewşa ewlekarî ya vê deverê ye.

Weke tê zanîn beriya niha artêşa Îsraîlê û hikûmeta vê welatî jî daxwaz ji civaka cîhanî kiribû daku, dijî Hûsiyan gavek bavêje beruvajî vê artêşa Îsraîlê raste rast êrîşî ser Hûsiyan li Yemenê bike.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.