Şer li ser sînorê Urdinê destpê kir

hefteya derbasbûyî Efsereke Urdinî jî hatibû kuştin.
کوردستان TV
100%

Şer hîn jî didome û artêşa Urdinê jî daxuyanî da.

Li gor daxuyaniyeke lezgîn ya artêşa Urdinê, îro duşem danê sibê zû di navbera hêzên sînor parêz yên Urdin û komên çekdar yên li Sûriyeyê de, li ser sînorê navbera Urdin û Sûriyeyê pevçûn qewmiye.

Artêşa Urdistanê her çend behsa zirarên vê pevçûna han nekiriye lê diyar kiriye ku, pevçûn hîn jî didome.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî jiber şerê navbera hêzên Urdinî û komên çekdar yên li Sûriyeyê Efserekî artêşa Urdinê hatibû kuştin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.