Prosesa dengdanê li Îraqê destpê kir

285 korsiyên civatên parêzgehan hene.
کوردستان TV
100%

Dengdan bo hilbijartinên parêzgehane.

Îro li seraserê Îraqê di seat 7ê sibê de prosesa dengdanê bo hilbijartinên civatên her 15 parêzgehên Îraqê destpê kir.

Komîsyona bilind ya hilbijartinan ya Îraqê ragihandiye ku, nêzî 5 hezar karmendên komîsyonê hene û çavdêriya prosesa dengdanê dikin.

Di hilbijartinan de 5 hezar û 904 berbijêr bo 285 korsiyan rikeberiya hev dikin.

Ji 285 korsiyan 75 korsî kotaya jinan û 10 korsî jî kotaya pêkhateyanin.

Weke tê zanîn beriya du rojan jî dengdana hêzên taybet (leşkerî,ewlekarî û polîs) jî hatibûkirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.