Bûdceya 2024an ya artêşa Amerîkayê hate pejrandin.
Li gor çapemeniya Amerîkî bûdceya 2024an ya wezareta berevanî û artêşa Amerîkayê ji aliyê Kongrêsê ve hatiye pejrandin.
Li gor çapemeniya Amerîkayê di proje bûdceya 2024an ya wezareta berevanî ya Amerîkayê de hatiye nivîsandin ku, lazime sîstema berevaniya asmanî bo herêma Kurdistan û Îraqê were dabînkirin.
Bûdceya giştî ya wezareta berevaniya Amerîkayê 886 miliyar dolare.
Biryare bo dabîn kirina wan sîstemên berevanî bo Kurdistan û Îraqê her yek ji wezareta berevanî û wezareta derve ya Amerîkayê projeyeke hevbeş amade û radestî hikûmetê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin