Behsa rewşa giştî ya Îraq û deverê hatiye kirin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînekê de li gel Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jeanine Plaschardt rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, hilbijartinên encumenên parêzgehan û peywendiyan Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Her du alî li ser girîngiya birêveçûn û serkeftina proseya dengdanê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê hevdeng bûn û tekezî li ser girîngiya parastina ewlehiyê ji bo ku prose di jîngeheke aram û seqamgîr de birêve biçe, bi taybetî li deverên madeya 140ê de kir.
Di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da, her du aliyan hewldan û rola Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî bi erênî nirxand û hêvî xwest ku pêwendiyên Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di qonaxên bên de zêdetir pêşda herin û bi têgihiştinê û li ser esasê destûrê pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Pêşhatên dawî yên rewşa aloza Rojhilata Navîn û encamên wê di hevdîtinê de hatin nirxandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin