Naveroka civîna civata wezîran

çend biryar di civînê de hatine stendin.
کوردستان TV
100%

Îro bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Îro çarşem civata wezîran ya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran kir.

Di civînê de ku, Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê bûyera şewata bînayek li îdareya serbixwe ya Soranê di roja 8ê meha 12an de kir ku, mixabin jiber vê bûyerê 14 welatî canê xwe ji dest dan û çend kesên din jî birîndar bibûn û nîqaş li ser rêkarên hawar hatinê û lêkolînê kirin li ser sedema bûyerê jî hate kirin.

Bi navê civata wezîran me sersaxî da malbet û kesûkarên qurbaniyan û hêviya baş bûnê jî bo birîndaran xwest. Dezgehên hikûmeta herêmê jî hatin pîwerdarkirin ku, venêrîn bo rêkarên selametî li cîhên giştî û taybetî bikin bi taybetî ku, biryara civata wezîran ya bo liber çav girtina rêkarên selametî li wan cîhan de heye.

Di rojeva duyem ya civînê de bi piraniya dengan pêşniyarên taybet bi çareser kirina pirsa zêdebûna haletên tundiya dijî jinan yaku, ji aliyê Cîgirê Serokwezîr ve hatibû amadekirin hatin pejrandin.

Pişt re wezîrê elektirîkê birêz Kemal Mihemed raportek derbarê rewşa elektirîkê li herêma Kurdistanê û arîşeyên taybet bi temirandina giştî ya elektirîkê li herêma Kurdistanê di roja 30 meha 11an û hewl û projeyên wezaretê bo zêdetir kirina berhem û veger li ser bernameya normal ya elektirîkê bi welatiyan û cîhbicîh kirina projeya pirî peyd û buhayê elektirîkê pêşkêş kir.

Wezîrê elektirîkê di raporta xwe de behsa vê yekê kiriye ku, heta niha 347 mw elektirîk tê berhemanîn û rewşa elektirîka giştî hatiye normalkirin û tevahiya yekeyên hêlbirînê ketine kar û elektirîka giştî di navbera 8 heta 10 seatan de heye.

Wezîr herwiha behsa hewl û projeyên berdewam yên wezaretê bo zêde kirina berhem anîna elektirîkê bi rêya sûd wergirtin ji kombayiyên saykilî û stasiyonên din yên hêlbirîna elektirîkê û sedemên temirandina elektirîka giştî ya herêma Kurdistanê û anî ziman ku, ev kêşeya han tenê kêşeyeke teknîkî bûye û li gelek cîhan ev kêşeyên bi vê rengî çê dibin û ev gote got jî red kir ku, qala vê yekê dikin ku, herêm elektirîkê difiroşe cîhên din û anî ziman ku, elektirîka berhem hatî li Kurdistanê bi awayeke dadmend li ser deverên curbicur yên Kurdistanê tê dabeşkirin.

Pişt re bo baştir kirina rewşa elektirîkê û pêşî girtin ji dubare bûna temirandina elektirîka giştî çend pêşniyar hatin pêşkêşkirin û civata wezîran jî her yek ji wezareta darayî û abûrî û aliyên din yên têkildar pîwerdarkir daku, rêkarên pêwîst bistînin bo dabîn kirina pêdiviyan û bûdceya pêwîst jî dabîn bikin û wezareta elektirîkê jî hate pîwerdarkirin daku, berdewam be li ser hewl û projeyên xwe yên bo çareser kirina kêşeya elektirîkê bi şertek ku, li ser stuya welatiyan nebe bargiranî û herwiha lazime wezaret  hewl bide bo dîtina çavkaniyên din yên elektirîkê bi taybetî fêde wergirtin ji tîşka rojê bo hêlbirîna elektirîkê.

Derbarê dana pereya pêşîn ya elektirîkê ji aliyê welatiyan ve jî wezîr anî ziman ku, ev projeye ne li ser hesabê ti kesek, ti parêzgeh anjî bajareke Kurdistanê ye belku wezaret bi awayeke dadmend elektirîka berhem hatî dabeş dike û ev projeya han tenê şêwaza pêdana pereya elektirîkê ye û civata wezîran jî tekez li ser vê yekê kir ku, nabe ev projeya han bar giranî bixe ser milê welatiyan û armanc ji vê projeyê jî lazime kom kirina dahata elektirîkê bi awayeke serdemiyaneye daku, ev dahata han jî bo cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozarî û zêdetir kirina elektirîkê li herêmê de were bikaranîn. Herwiha daxwaz ji welatiyan jî hate kirin daku, hevkarê hikûmet bin bo pêşî girtina zêde bikar anîna elektirîk û dana risûmatên elektirîkê bi awayeke rêk û berdewam daku, hikûmet jî bikarêbe beşek ji xerciyên zêde yên berhem anîna elektirîkê dabîn bike û elektirîk bi başî bide welatiyan.

Pişt re wezîrê darayî û abûrî Awat Şêx Cenab jî bi awayeke kurt behsa encamên serdana xwe ya li gel wezîrê navxwe Rêber Ehmed bo Bexda bo giftûgo kirin derbarê pêşde birina domandina hevkarî û hemahengiya navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî û rewşa deriyên sînorî, gomiruk bi liber çav girtina desthilatên destûrî û pir cure kirina çavkaniyên dahatê li Îraq û herêma Kurdistanê bo zêdetir kirina dahata giştî û serif kirina vê di projeyên xizmetgozarî de, kir.

Civata wezîran di dawî de biryar da roja 18ê vê mehê jiber hilbijartinên parêzgehên Îraq li tevahiya parêzgeh û îdareyên serbixwe bike pişû (bêhinvedan).

Herwiha bjiber nêz bûna hatina boneyên ji dayik bûn û sersala nû ya mesîhî, rixmî pîrozbayî kirin civata wezîran bo jidayik bûna hezretê Îsa Mesîh, rojên bêhin vedanê jî diyarî kir û ji roja 25 meha 12an heta 1/1/2024 li herêma Kurdistanê de bêhin vedana fermî dibe bi liber çav girtina taybetmendiyên dazgehên xizmetgozarî.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.