Îsraîl: Bila civaka cîhanî tiştek bike

dibêje hizbulah bi çek û piştîvaniya Îranê êrîşî ser Îsraîlê dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje eger em neçar bibin êrîşî ser Libnanê jî dikin.

Şerê navbera Îsraîl û Hemasê didome û li gel vê jî êrîşên çekdarên hizbulaha Libnanê yên dijî Îsraîlê didomin.

Di vê derbarê de wezîrê karûbarên ceng yê kabîneya hikûmeta Îsraîlê Benny Gantz ragihandiye ku, lazime civaka cîhanî li dijî êrîşên hizbulaha Libnanê bo ser Îsraîlê tiştek bike û gavek bavêje beruvajî vê Îsraîl neçar dibe weke Xezeyê êrîşî ser Libnanê jî bike.

Benny Gantz di gotinên xwe de yên li gel wezîrê derve yê Amerîkayê de jî diyar kiriye ku, hizbulaha Libnanê bi çekên Îranî û bi piştîvaniya Îranê êrîşî ser Îsraîlê dikin lewre lazime civaka cîhanî tiştekê bike beruvajî vê Îsraîl neçar be weke çawe êrîşî ser Xezeyê dike bi heman awayî êrîşî ser Libnanê jî bike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.