Dibêje ev hîn jî destpêke
Duhê bişev koma çekdar ya hizbulaha Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û di daxuyaniya han de gef li hêzên Amerîkî yên li Îraq û deverê hatiye kirin û hatiye gotin ku, wir û şûnda vê êrîşên hizbulahê bo ser hêzên Amerîkî zêdetir bibin.
Di daxuyaniya hizbulaha Îraqê de ev yek bi eşkere hatiye nivîsandin ku, ji wir û şûna êrîşên hizbulahê bo ser hêzên Amerîkî li Îraq û deverê zêdetir dibin û êrîşên ku, roja îna derbasbûyî jî hatine kirin destpêka merheleyeke nû ya êrîşên me yên li dijî hêzên Amerîkiye.
Weke tê zanîn duhê jî wezîrê berevanî yê Amerîkayê ji Serokwezîrê Îraqê re gotibû ku, vê ji niha û pêde raste rast bersifa her cure êrîşekê bide ku, bo ser hêzên Amerîkî were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin