CEK: Îraq berpirsiyarê wan êrîşane

ji bilî zirarên madî ti zirareke vê êrîşa han nebûye.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev bi dron êrîşî ser Hewlêrê jî hate kirin.

Di çarçoveya êrîşên komên çekdar yên Îranî yên ser bi Îraqê bo ser hêzên Amerîkî, duhê bişev çekdarên ser bi Îranê bi dron êrîşî ser Hewlêrê kirin û drona bombekirî ya çekdaran li ser bînayeke medenî teqiya.

Hêzên antî terorê yên Kurdistanê dibêje ji bilî zirarên madî ti zirarên din yên vê êrîşa han nebûye.

Ji aliyê xwe ve civata ewlekariya Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de rixmî mehkûm kirina êrîşa han hevdem hikûmeta Îraqê bi berpirs dizane û dibêje lazime hikûmeta Îraqê erkê xwe bicîh bîne û rê nede komên çekdar yên ser bi welatên biyanî, êrîşên wisa pêk bînin û Îraq bixin nava rewşeke aloze de.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.