Bordiman kirina deverên sînorî didome

heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
کوردستان TV
100%

welatiyek canê xwe ji dest daye û welatiyeke din jî birîndar bûye.

Peyamnêrê me yê li devera Amêdiyê ragihand ku, îro danê sibê balefirên şer yên Tirkiyeyê dubare dest bi bordiman kirina deverên sînorî yên herêma Kurdistanê kirine.

Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me dane, kêliyek beriya niha balefirên şer yên Tirkiyeyê bi dijwarî derdorê Bamernê bordiman kirine û bordiman hîn jî didome.

Hate zanîn jiber nêzîk bûna deverên bordimankirî ji cîhên nîştecîhbûnê re, şêniyên deverê jî bifikarin û daxwaz dikin bordiman were rawestandin. Peyamnêrê me eşkere kir ku, di encama bordimana han de du welatî birîndar bûne û jiber dijwariya birînê yek ji wan canê xwe ji dest daye û yê birîndar jî bo nexweşxaneya Dihukê hatiye veguhastin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.