Heta niha 800 deriyên tonelan hatine girtin.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa tonelên Hemasê yên di bin erdê de dike.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hatiye eşkere kirin ku, ji roja yekem ya êrîşên bejayî yên artêşa Îsraîlê heta îro bi giştî 800 deriyên tonelên Hemasê ji aliyê artêşê ve hatine dîtin û kontrolkirin.
Artêşa Îsraîlê tekez li ser vê yekê kiriye ku, hinek ji wan tonelan bi rêya amûrên taybet hatine wêrankirin, hinek jî hatine tîje kirin û hinek jî hatine teqandin û hineke din jî ku, bo Hemasê gelek steratejîk bûne dibin lêkolînên artêşê dene.
artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de tekez li ser berdewamiya şerê dijî Hemasê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin