20 rayedar û dezgehên Îranî hatine dorpêçkirin.
Duhê wezareta xezêne û darayî ya Amerîkayê pakêceke nû ya dorpêçan li dijî 20 rayedarên rejîma Îranê û dazgehên li vê welatî ragihand.
Wezareta xezêne û darayî ya Amerîkayê eşkere kiriye ku, ev kes û dezgehên han roleke sereke bo dabîn kirina çavkaniyên dahatê bo spah û wezareta berevanî ya Îranê lîstine û spaha rejîma Îranê jî ev darayiyên han bo komên çekdar yên weke hemas, hizbulah û eniya berxwedanê serif kiriye daku, rewşa deverê têk bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin