Dibêje bo parastina ewlekariya deverê ye.
Îro pêncşem hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku, keştiya cengî ya hêzên deryayî ya şahane ya Brîtanî binavê The Diamond şandiye Kendavê.
Hikûmeta Brîtanyayê diyar kiriye ku, armanc ji şandina vê keştiya han ya cengî, parastin û baştir kirina rewşa elwekariya hatûçûyê li Kendav û oqiyanûsa Hindê ye.
Di vê derbarê de wezareta Brîtanyayê jî ragihandiye ku, ev gava han gaveke gelek girînge bo bihêztir kirina pêgeha Brîtanyayê li deverê û herwiha bo dabîn kirina ewlekariya hatûçûyê li navçeya han de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin