Tekez li ser dostatiya navbera Kurdistan û Franseyê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû y ê Franseyê yê li Hewlêrê Yann Braem kir.
Di civînê de Serok Barzanî pîrozbayî li Yann Braem kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.
Di berdewamiya civînê de behsa dostatiya navbera gelê Kurdistan û gelê Franseyê hate kirin û tekez li ser bihêztir û berfiretir kirina têkiliyên navbera her du aliyan de hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin