Behsa henarde kirina petrola Kurdistanê hate kirin.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Elîreza Gunay kir.
Di civînê de her du alî stayîşa asta bilind ya têkiliyên Tirkiyeyê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê kir û tekez li ser zêdetir pêşde birina têkiliyên han û hemahengiya heyî di warê abûrî û bazirganî de kirin.
Di civînê de balyozê Tirkiyeyê diyar kir ku, Tirkiye bo destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê amadeye û Nêçîrvan Barzanî jî spasiya helwesta Tirkiyeyê kir û ragihand ku, niha Hewlêr û Bexda mişxûlî danûstandinên teknîkîne bo destpê kirina henarde kirina petrolê.
Rewşa Îraq û herêma Kurdistanê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa pêkhateyan li Îraq û herêma Kurdistanê jî mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin