Li Besreyê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê ve hatine girtin.
Li gor çapemeniya Îraqê îro hêzên ewlekarî yên Îraqê di operasiyonekê de karîne 24 welatiyên biyanî li meydanên petrolê yên Besreyê binçav bikin.
Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku, ev 24 welatiyên biyanî xwestine ewlekarî û aramiya meydanên petrolê têk bibin lewre hêzên Îraqî jî bilez dest bi operasiyonê kirine û karîne ev her 24 welatiyên biyanî binçav bikin.
Heta niha nehatiye diyarkirin ka gelo ev kesên han welatiyên kîj welatê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin