Şanda herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

giftûgo li ser maf û şayîsteyên darayî yên herêmê tê kirin.
کوردستان TV
100%

Şand sibê serdana Bexdayê dike.

Serokê Dîwana civata wezîran û endamê komîteya navendî ya PDK Omîd Sebah di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantv re ragihand ku, piştî peywendiya telefûnî ya di navbera Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê federalî Mihemed Sûdanî, sibê duşem şanda herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û li gel Serokwezîr û rayedarên din yên Îraqê dicive.

Omîd Sebah diyar kiriye ku, di civîn û hevdîtinan de vê giftûgo li ser maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê û mûçeyên 3 mehên dawî yên karmendên herêma Kurdistanê were kirin.

Herwiha vê giftûgo li ser mijara dubare destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê jî were kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.