Îsraîl: Agirbest nabe û şer berdewam dibe

hewldanên bo ragihandina agirbestê hîn jî berdewamin.
کوردستان TV
100%

Du welatiyên Tirk jî hatine kuştin.

Duhê çapemeniya cîhanî belav kiribû ku, îro pêncşem 23ê Mijdarê seat 10 vê agirbesteke 4 rojî di navbera Îsraîl û Hemasê de were ragihandin û di nava wan çar rojan de her du alî dîlan berdin.

Lê duhê bişev hin bûyerên di qewmîne û rewş hatiye guhertin.

Di vê derbarê de çapemeniya cîhanî ragihandiye ku, duhê bişev Hemas dîsa êrîşî ser Îsraîlê kiriye lewre Îsraîl jî agirbesta ku, dihat payîn îro were ragihandin, hilweşandiye û êrîş kiriye û di encama êrîşê de gelek kes hatine kuştin ku, di nava wan de jî du welatiyên Tirk hene.

Çapemeniya cîhanî belav kiriye ku, Serokê civata ewlekariya nîştimanî ya Îsraîlê Tzachin Hanegbi ku, hevdem Şêwirmendê Serokwezîrê Îsraîlê ye jî diyar kiriye ku, agirbest nabe û şer berdewam dibe.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.