Amerîka jî dibêje mafê me yê bersifdayînê heye.
Li gor daxuyaniyeke wezareta derve ya Îraqê, wezîrê derve yê vê welatî Fûad Husên li gel balyoza Amerîkayê ya li Îraqê Alina Romanuski civiyaye.
Di civînê de behsa êrîşên rojên derbasbûyî yên çekdarên Îraqî bo ser hêzên Amerîkî û êrîşên Amerîkayê yên bo ser wan hêzan hatiye kirin.
Di civînê de wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên ragihandiye ku, êrîşên han bi taybetî êrîşa duhê ya Cirif Nesir bo ser çekdarên heşda şebî, binpê kirina hakimiyet û serweriya Îraqê ye û lazime Amerîka pêbendî serweriya Îraqê be.
Li hember de jî balyoza Amerîkayê eşkere kiriye ku, mafê Amerîkayê heye ku, li hember êrîşên komên çekdar berevanî ji xwe û hêzên xwe bike.
weke tê zanîn piştî destpê kirina şerê navbera Hemas û Îsraîlê hîn jî berdewame û komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê jî êrîşên xwe bo ser hêzên Amerîkî didomînin û eger heye rewşa heyî aloztir bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin