Li sê beşên Kurdistanê berf barî

li hinek cîhan heta 50 cm berf bariye.
کوردستان TV
100%

Rêyên gelek navçe û gundan hatine daxistin.

Li gel hatina pêla bihêz ya baran û berf barînê li sê beşên Kurdistanê berf barî û di encam de rê û cadeyên gelek gund û deveran hatin daxistin.

Li Bakûrê Kurdistanê bi taybetî li navçeyên bilind berfeke gelek zêde bariye û rêya gelek gund û deveran hatine daxistin.

Li Başûrê Kurdistanê jî bi heman awayî li navçeyên çiyayê duhê bişev berfeke gelek zêde barî lê heta niha negehêştiye astek ku, rê û cadeyan dabixe.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî ev du roje barîna berfê didome û rêyên gelek dever û bajaran hatine daxistin.

Li çiyayê Şaho, Jalane û Tete li Hewramanê rê bi temamî hatine daxistin herwiha li Sine, Dîwandere, Seqiz û deverên curbicur yên li derdorê Urmiye, Makû û Selmasê, herwiha li Pîranşar, Şino û navçeyên çiyayî yên di navbera Bakûr û Rojhilatê de jî berfeke gelek zêde bariye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.