Li Îraqê jiber tawanên curbicur hatibûn girtin.
Wezareta dad ya Îranê belav kiriye ku, di çarçoveya rêkeftina navbera Îran û Îraqê de ya bo vegerandina Girtiyên Îranî yên li Îraqê 14 welatiyên Îranî yên ku, li Îraqê hatibûn girtin û cezakirin bo Îranê hatine vegerandin.
Di daxuyaniya wezareta dad ya Îranê de hatiye eşkere kirin ku, ev welatiyên Îranî yên girtî, bi cezayên giran hatine mehkûmkirin û bo derbas kirina dema mehkûmiyeta xwe li Îranê, ji aliyê Îraqê ve radestî Îranê hatine kirin.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, di wan demên pêşiya me de vê hijmareke din ji girtiyên Îranî li Tirkiye û Ermenistanê jî radestî Îranê werin kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin