Peyvdarê PDK daxuyaniyek belav kir.
Îro pêncşem 16ê Mijdarê Peyvdarê partiya demorkata Kurdistanê Mehmûd Mihemed daxuyaniyek derbarê rewşa heyî de weşand.
Peyvdarê PDK dibêje rewşa Îraq û deverê bi awayek aloz bûye ku, her dem egera çê bûna hejiyaneke mezin heye, di vê rewşa han de berpirsiyartiya tevahiya aliyan bi giştî û aliyên pêkhêner yên îdareya dewleta êtîlafê ye ku, bi hûrî nirxandin bo rewşê bikin bi taybetî piştî bûyera dadgeha federal bo jikar avêtina Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî ku, dibe sedema kûrtir kirina aloziyan, ev di demekê de bû ku, bendevarî ev bûn daku, kêşeyên heyî werin çareserkirin nek kêşeyên din werin derxistin û rewşa welat û aştiya civakî bixin nava metirsiyan de.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, PDK bi dilgiranî ve çavdêriya rewşa heyî dike, lewre daxwaz dike di çarçoveya rewşa siyasî, leşkerî, abûrî û ewlekarî ya deverê de, nizîkatî li gel rewşa siyasî ya Îraqê were kirin û bi berpirsiyartiyane gav bo yek xistina rewşê û aram kirina rewşê were avêtin û lazime ev gavên han jî di çarçoveya destûrê û li gor pirensîbên rêkeftina êîtlafa îdareya dewletê û cîhbicîh kirina destûr û madeyên destûrê de werin avêtin û herwiha lazime tevahiya aliyan vegerin ser bingehên ava kirina Îraqeke nû li ser esasê hevsengî, lihev kirin û hevpariyê, destûr serwer be ku, garantîkerê yekane yê parastina yekparçeyiya Îraqê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin