Îran helwesta xwe guhert û pişt li Hemasê kir

Îran siyaseta xwe li hember Îsraîl û Hemasê guhertiye.
کوردستان TV
100%

Xamneyî ji Hemasê re gotiye em bo we şer nakin.

Li gor nûçeyeke ajansa Reuters Îran siyaseta xwe ya li hember Hemas û şerê navbera Îsraîl û Hemasê guhertiye.

Li gor Reuters Xamneyî di dema civîna xwe ya li gel Îsmaîl Heniye ya li Tehranê bi eşkere ji Heniye re gotiye Îran nikare di vê rewşê de piştîvaniya Hemasê bike.

Di vê derbarê de rayedarên Îranî û yên Hemasê bi mercê ku, nav wan neyê eşkere kirin ji Reutersê re eşkere kirine ku, di civîna navbera Xamneyî û Îsmail Heniye de, Xamneyî bi eşkere ji Heniye re gotiye ku, Îran di warê siyasî û manevî de piştîvaniya Hemasê dike lê Îran bi ti awayî nikare bo Hemasê û jiber Hemasê bikeve nava şerê li dijî Îsraîlê.

Ev gotinên Xamneyî di demekê dene ku, di rojên destpêkê yên şer de Îran gef li Îsraîlê kiribû û gotibû eger şer ranewestîne vê derbên dijwar li Îsraîlê bide.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.