Serok Barzanî li gel şandeke Partiya Niştimaniya Kurdistanê civiya

کوردستان TV
100%

Îro Sêşemê li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Niştimaniya Kurdistanê bi serokatiya Serokê Partiya Niştimaniya Kurdistanê Mistefa Ozçelîk kir.

Di hevdîtinê de Serokê Partiya Niştimaniya Kurdistanê (PDK) behsa biryar û pêşniyarên kongreya dawî ya partiyê kir û balkişand li ser hewl û çalakiyên Partiya Demokrata Kurdistanê ya ji bo pêşxistina çand û zimanê kurdî û pêwendiyên wan ligel aliyên siyasî yên Tirkiyê.

Di heman hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya kongreya Partiya Niştimaniya Kurdistanê kir û destxweşî li hewl û çalakiyên Partiya Niştimaniya Kurdistanê kir û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo wan xwest.

Peywendî û hemahengiya di navbera her du aliyan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.