Dibêje ev kesên han bo ser asayîşa nîştimaniya welat metirsîne.
Serokê opozîsyona Kanadayê Pir Palio ku, hevdem Serokê partiya parêzgaran ya Kanadayê ye ragihandiye ku, lazime hikûmeta Kanadayê li hember rejîma Îran û endamên vê rejîmê tedbîrên pêwîst bistîne.
Pir Palio diyar kiriye ku, gelek endamên rejîma Îranê li Kanadayê hene, ev kesên han metirsiyeke gelek cidîne bo ser ewlekariya nîştimaniya ya Kanadayê lewre lazime ji Kanadayê werin avêtin.
Nav hatî diyar kiriye ku, tevahiya wan endamên rejîma Îranê yên ku, li Kanadayê ne têkiliyên wan li gel terorê heye û ev yek jî bo Kanadayê kêşeyeke gelek mezine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin