Serokê herêmê û balyozê Franseyê behsa rewşa Îraqê kirin

tekez li ser girîngiya parastina hêzên hevpeymanan li Îraqê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê û balyozê Franseyê li Îraqê civiyan.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê Eric Shovalier kir.

Di civînê de giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên li Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, dubare destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê, têkiliyên Franseyê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê û rewşa deverê bi giştî hate kirin.

Serokê herêma Kurdistanê dom kirina diyalog û danûstandina navbera Hewlêr û Bexdayê û serdana vê dawî ya Serokwezîrê Îraqê û wezîrê petrolê bo Hewlêrê bi derfeteke girîng û erênî bo çareser kirina kêşeyan binav kir û tekez li ser xwesteke herêma Kurdistan bo çareser kirina kêşeyan li gel Îraqê li ser esasê destûr kir.

Derbarê rewşa aloz ya Rojhilata Navîn de jî her du alî behsa hewldanên heyî yên bo pêşî girtin ji berfire bûna şer kir û tekez li ser girîngiya parastina aramiya Îraqê û parastina hêzên hevpeymanan û nuneratiyên dîplomatîkî li Îraqê kirin.

Serdana dawî ya Serokê herêmê bo Franseyê û civîna wî li gel Serokê vê welatî, têkiliyên Kurdistanê li gel welatên cîran mijarên din yên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.