Artêşa Îsraîlê kete nava nexweşxaneya Şefa

ev nexweşxaneya han bi temamî hatiye kontrolkirin.
کوردستان TV
100%

Çekdarên Hemasê di nava vê nexweşxaneyê de xwe veşartibûn.

Li gor çapemeniya Îsraîlê di 40 rojiya şerê navbera Îsraîl û Xezeyê de, duhê bişev artêşa Îsraîlê piştî dorpêç kirinê ketiye nava nexweşxaneya Şefa ya li Xezeyê.

Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku, çekdarên Hemasê nexweşxaneya Şefa weke çeper box we bikar dianî û rixmî vê jî birîndarên xwe li vê nexweşxaneyê derman dikir.

Ji aliyeke din ve duhê çekdarên Hemasê jî diyar kiribûn ku, artêşa Îsraîlê ji her çar aliyan ve nexweşxaneya Şefa dorpêç kiriye.

Her îro kanala Hure belav kir ku, hêzên Îsraîlê bi temamî nexweşxaneya Şefa kontrol kirine.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.