Serokewzîr li gel Patrîkê kenîseya Katolîkî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Patrîkê kenîseya Keldanî li Îraq û cîhanê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Patrîk û Serokê Kenîseya Keldanî li Îraq û cîhanê birêz Cardinal Louis Sacco kir.
Birêz Patiriyark Sacco bi awayeke kurt behsa serdana xwe ya bo Vatîkan û civîna xwe ya li gel Qedaseta Papa û Cardînalên Katolîkî li cîhanê kir û spasiya me jî kir jiber piştîvaniyên berdewam ji mesîhiyan û pêşde birina bihevre jiyana aştiyane li herêma Kurdistanê de.
Me jî stayîşa rola girîng ya Patiriyark Louis Sacco weke Rêberê bilind yê kenîseya Keldanî kir û pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo parastina mafên mesîhiyan û tevahiya pêkhateyên li herêma Kurdistanê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin