Behsa destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê hate kirin.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku, wezîrê samanên xwezayî yê herêma Kurdistanê jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê pêngavên dawî yên bo amadekariyên pêwîst bo destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê hate kirin.
Her di heman civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştîvaniya xwe bo pêngav, danûstandin û hewldanên heyî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bo destpê kirina henarde kirina petrolê diyar kir û anî ziman ku, rawestandina henarde kirina petrola Kurdistanê zirareke gelek mezin ya madî gehandiye tevahiya Îraqê lewre bilez destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê gelek girînge.
Ji aliyê xwe ve wezîrê petrolê yê Îraqê tekez li ser xwesteka cidî ya xwe û Serokwezîr û hikûmeta federalî bo destpê kirina henarde kirina petrolê kir û bi awayeke kurt behsa serdana xwe û armanca serdana han bo herêma Kurdistanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin