7 kolberên Kurd jî hatine birîndarkirin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê duhê li girtîgeha Kirmaşanê welatiyekî din hatiye darvekirin.
Hengavê belav kiriye ku, piştî darve kirina welatiyê Kurd yê bi navê Ferhad Aqayî li girtîgeha Kirmaşanê ku, roja şemî hatiye darvekirin, roja yekşem jî li heman girtîgehê welatiyeke din yê bi navê Elîreza Pertewî hatiye darvekirin.
Ji aliyeke din ve Hengawê belav kiriye ku, şeva şemî li sînorê Hengejale ya li Baneyê çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine û di encama êrîşa han de herî kêm 7 Kolberên Kurd birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin