Herêm û hikûmeta federalî li ser henarde kirina petrolê lihev dikin

di demeke nêz de henarde kirina petrola Kurdistanê destpê dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel şandeke Îraqî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Serokwezîr û wezîrê petrolê yê Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro em li gel Cîgirê Serokwezîr û wezîrê petrolê yê hikûmeta federalî birêz Heyan Ebdulxenî û şanda pê re ku, pêk hatibû ji birêveberên giştî yên wezareta petrolê û birêveberên giştî yên kompaniya SOMO civiyan.

Me nêrînên xwe yên derbarê rêkar û pêngavên destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê lihev veguhast.

Me amadebûna herêma Kurdistanê bo destpê kirina henarde kirina petrolê diyarkir ku, ev jî di çarçoveya afirandina rewşeke baş bo jihev fêmkirina hevbeş bi mebesta bicîh anîna pêdiviyên darayî û teknîkî yên prosesa henarde kirinê û di çarçoveya destûrî, girêbest û rêzgirtin ji desthilat û mafên destûrî yên tevahiya aliyan û dîtina çaresereke goncaw bo dabîn kirina xerciyên şayîsteyên berhemanîn û veguhastina petrola herêmê ku, di nava bûdceya hikûmeta federalî de rêjeya pêwîst bo vê yekê hatiye diyarîkirin.

Me balkêşande ser vê yekê ku, rawestana henarde kirina petrola herêmê, zirareke çend miliyar dolarî bi xezêneya giştî gehandiye lewre lazime bilez henarde kirina dîsa destpê bike. Di vê derbarê de wezîrê samanên xwezayî yê herêma Kurdistanê hate pîwerdarkirin daku, hemahengî temam li gel tîma wezareta petrolê ya federalî bike ku, biryare çend rojan li Hewlêrê bimîne.

Cîgirê Serokwezîr û wezîrê petrolê yê Îraqê jî xwesteke hikûmeta federalî bi destpê kirina henarde kirina petrolê diyar kir û ev yek jî bi navê Serokwezîr û hikûmeta federalî pêşkêşî me kir ku, ev jî bi afirandina rewşeke baş û hevbeş di çarçoveya destûr û nehêştina astengiyên berdem vê prosesa han.

Di dawiya civînê de biryar hate dayîn daku, her du wezaret giftûgoyên xwe bidomînin li ser hûr giliyên qanûnî, darayî û teknîkî daku, bi jihev fêmkirineke hevbeş çareseriyên goncaw pêşkêş bikin daku, di demeke nêz de henarde kirina petrola herêmê destpê bike ku, roleke girîng bo zêde kirina çavkaniyên dahata giştî bo Îraq û herêma Kurdistanê û xerc kirina wan dahatan bo berejwendiyên giştî bilîze.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.