Serokwezîr û balyozê Brîtanyayê civiyan

behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa girîngiya parastina hêzên hevpeymanan hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li îraqê birêz Stephen Hitchen kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq û deverê û çareser kirina kêşeyên navbera herêm û hikûmeta federalî û pêşde birina têkiliyên du alî kir.

Me her du alî li ser girîngiya parastina ewlekarî û aramiya Îraqê û dûr xistina Îraqê ji şer û aloziyên herêmî  û herwiha parastina selametiya hêzên hevpeymanan, balyozxane û nuneratiyên dîplomatîkî li Îraqê hemfikir bûn.

Girîngiya lidarxistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê didema diyarîkirî de û amadekariyên heyî yên bo vê yekê mijareke din ya civîna me bû.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.