Kolberekî Kurd canê xwe ji dest daye.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê di encama êrîşa çekdarên rejîma Îranê de bo ser Kolberên Kurd li ser sînorê navbera Rojhilat û herêma Kurdistanê ya li devera Hengejale ya li Baneyê, Kolberekî Kurd bi navê Azad Sitarpenah temen 43 sal ku, xelkê Seqizê ye canê xwe ji dest daye.
Hengawê diyar kiriye ku, li ser sînorên navbera Rojhilat û herêma Kurdistanê li devera Newsûdê de jî hêzên rejîmê êrîşî ser Kolberên Kurd kirine û di encama wan êrîşan de 7 Kolberên Kurd birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin