Li Şedadê ev êrîş pêk hatiye.
Li gor jêderên çapemeniyê, eniya berxwedana îslamî ya Îraqê ragihandiye ku, bi mûşek û dronan êrîşî ser navenda hêzên leşkerî ya Amerîkayê ya li Başûrê Hesekê kiriye.
Heta niha Amerîka derbarê zirarên êrîşê de ti daxuyanî nedaye.
Ji aliyeke din ve beriya du rojan dîsa li Tenefê jî êrîşî ser hêzên Amerîkî hatibû kirin.
Weke tê zanîn weke bersifdayîna wan êrîşan îşev Amerîka jî li Sûriyeyê êrîşî ser hêzên Îranî kiribû û çapemeniya Sûrî diyar kiribû ku, herî kêm 9 çekdarên Îranî hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin