Dibêje petrol bo ragihandina agirbestê nayê bikaranîn.
Wezîrê sermayegozariya Siûdî Xalid Felah ragihand ku, siyaset û helwesta Siûdiyeyê ya li hember şerê navbera Hemas û Îsraîlê eşkereye û Siûdiye nakeve bin barê siyaset û helwestên ti welat û aliyeke din.
Xalid Felah herwiha eşkere kiriye ku, Siûdiye bi ti awayî petrolê weke çekek dijî Îsraîlê û herwiha bo ragihandina agirbestê li Xezeyê bikar nahîne.
Nav hatî diyar kiriye ku, do rojên pêş de bi Organîzatoriya Siûdiyeyê du civînên girîng yek li gel welatên Erebî û yên deverê û yeke din jî li gel welatên Efrîqî derbarê rewşa Xezeyê de û çawetiya çareser kirina kêşeya han tên lidarxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin